DENGÊ MIN/helbesta/Jan Agirí

DENGÊ MİN !

Dengê min tê we,
Kûlîlk dê ṣînbin,
Çîya dê bilintir,
Zozan dê kestir,
Kanî û rûbar jî,
dê zelatir bin
Xwelî li ser we be
Ji ezel de her heme !

Dengê min tê we,
Zarok dê bê derd bin,
Sêwî jî ne li ber minet,
Dayîk bê zehrê xilwet,
Zerî û lewend,
ne textê armanc,
Xwelî li ser we be
Ji ezel de, her heme !

Dengê min tê we
Bê ṣerq û xerib,
Ne baṣûr û nejî bakur,
Bê ala û pasaport,
Sedan ṣar û birc,
Hezaran gûnd û war,
Diwaran dê bilind kin
Xwelî li ser we be
Ji ezel de, her heme !

Dengê min tê we,
Êdî nabim sûcdarê,
listika tal
Dê bangî mem û zinê kim,
Xanî û cizirî ji xew ṣîyarkim,
Heyran û serêlokên xwe,
dê bêjim,
Kewis axa û evdalê zeynikê,
dê bangkim,
Dîroka hezarên salan,
Ser ji nûda dê vekim
Xwelî li ser we be
Ji ezel de her heme !

Jan Agirî

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

ŞAHî/helbestvlan Adel khouja