ŞAHî/helbestvlan Adel khouja
ŞAHÎ :
Govend, Şahî û dîlan e
Şahiya gelê Mîtan e
Gel daketin qadan e
Bilind kirin Ala berxwedan e
Li çar paranên Kurdistan e
Keç û xortên Mîdiyan e
Xemland in bejnên xwe ne
Bi çewir, kemer û cilan e
Kezî berdan ser Milan e
Keçên Başûr û Rojava ne
Serokên me li hev civiyan e
Li paytexita Kurdistan e
Darxistin yekîtiya Kurdan e
Kêfxwşkirin dilên dayîkan e
Wê dayîkên şehîdan e
Tilîlî gîştî Erş û Esîman e
Tilîliyên Xwîşk û Dayîkên Şehîdan e
Hêjandin paytextên Neyaran e
Govend, Şahî û Dîlan e
Şahiya Kurdistan e şahiya Kurdistan e
DİLŞÊR EFRÎNÎ
تعليقات
إرسال تعليق